Tirkiyê îşev weşana Kurdistan24ê li Turksatê ragirt

Desteya radio û televisyona Tirkiyê “RTTurk” di civîna roja 25ê Îlonê de biryara ragirtina weşana Kurdistan24, Waar Tv û Rûdawê li ser satellita Turksat da. Îşev jî biryar ket warê cibicîkirinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya radio û televisyona Tirkiyê “RTTurk” di civîna roja 25ê Îlonê de biryara ragirtina weşana Kurdistan24, Waar Tv û Rûdawê li ser satellita Turksat da. Îşev jî biryar ket warê cibicîkirinê.

Di daxuyaniyekê de ku di roja 25ê Îlonê hat belavkirin, tê de hat, naveroka bernameyên Kurdistan24 û Waar TV metirsî ye li ser berjewendiya netewî ya Tirkiyê, ji ber wê me biryara ragirtina wan kenalan da.

Cihê amajeyê ye, ji destpêka weşana Kurdistan24ê ve li Tirkiyê, çendîn car e rastî asteng û pirsgirêkan bûne û gelek bi zehmetî hat qebûlkirin, ji bo weşana xwe li ser satellite Turksat dest pê bike.

Çar nivîsgehên Kurdistan24ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hene, Diyarbekir, Wan, Enqere û Stenbiolê hene. Beşa Tirkî ya malpera Kurdistan24ê ji beşên çalak yên Kurdistan24ê ye, ku rojane medyayên Tirkiyê nûçe û zanyariyan jê werdigirin.