PDK-S: Asayişa Efrînê ahenga serkeftina referandûmê qedexe kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava ahenga serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê li navçeya Reco ya Efrînê qedexe kir.
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) li Efrînê ragihandibû, bi boneya serkeftina referandûmê serxwebûna Kurdistanê îro demjimêr 11:00 ahengekê li navçeya Reco bi rê ve dibin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya PDK-Sê li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihandin, di dema kombûna camewerê Kurd bi alên Kurdistanê li Yarîgeha Reco, hêzên Asayişa Efrînê rê nedan ahenga serkeftina referandûmê bi rê ve biçe.
PDK-Sê ev kiryara asayişa Efrînê şermezar kir û got, ji dêvla ku ew aheng qedexe dikirin, ya baştir ew bû ku tevlî ahenga serkeftina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bibana.