Amerîka derbarê referandûmê de daxuyaniyek belav kir

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, rewşê aram bike û dawî li gefên bikaranîna hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, rewşê aram bike û dawî li gefên bikaranîna hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka di daxuyaniya xwe de tekezî li ser destpêkirina guftûgoyan di navbera Hewlêr û Bexdayê dike û danûstandinan bi baştirîn bijarde dizane.

Tillerson dibêje, hîn DAIŞ ji navçê neçûye û pêwîst e hemû dostên Iraqê girîngiyê bidin şerê DAIŞê. Di heman demê de amaje bi wê yekê kir, ku referandûma serxwebûnê ji aliyekî ve hatiye kirin û lê mukir nayin.