Mela Bextiyar: Dorpêça li ser gelê Kurdistanê, ne nû ye

Mela Bextiyar dibêje, Başûrê Kurdistanê berê 30 hatibû dorpêçkirin, ji ber wê tiştê niha dibe, tiştekî ne nû ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar dibêje, Başûrê Kurdistanê berê 30 hatibû dorpêçkirin, ji ber wê tiştê niha dibe, tiştekî ne nû ye.

Mela Bextiyar ji ajansa “Sputnik” re ragihand, heger hikûmeta Iraqê bixwaze biryarên xwe bisepîne û bijardeya leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê hilbijêre, ji mafê me ye berevaniyê li xwe bikin. Berevanî ji aliyê Kurd ve karekî pîroz e.

Mela Bextiyar amaje bi wê kir, tiştê niha rû dide, dubarebûna dîrokê ye û di salên borî de li dijî hatibûn kirin. Kurd di dema berê de karî 30 salî di dorpêçê de berxwe bide.

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê dibêje jî, mejiyê berpirsên Iraqê li ser demokrasiyê metirsî ye. Mela Bextiyar dipirse jî,  di welatekî cîhanê de heye, parlemanto di 20 xulekan de 18 biryaran pesend bike? Wê yekê jî bi şovîniyet û tundrewiya li dijî mafên gelê Kurd li Iraqê binav dike.