Navê Encûmena Bilind a Referandumê tê guhertin

Hat ragihandin, ku sibe Encûmena Bilind a Referandumê ji bo guhertina navê xwe wê civînekê lidar bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, ku sibe Encûmena Bilind a Referandumê ji bo guhertina navê xwe wê civînekê lidar bixe.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e sibe Encûmena Bilind a Referandumê civînekê lidar bixe û têde encamên referandumê û pêngavên bê yên Herêma Kurdistanê, herweha helwestên Iraq û civaka navdewltî gotûbêj bike, ji bilî wê jî biryar e navê wê Encûmenê were guhertin.

Encûmena Bilind a Refrandomê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve tê serpereştîkirin û ji bilî Tevgera Goran û Komela Islamî, tevahiya partî û pêkhatên Kurdistanê têde beşdar in.