Îspanya bi hêzê rêgiriyê li referandûma serxwebûna Katalonayayê dike

Piştî ku proseya dengdanê ji bo referandûma serxwebûna Katalonyayê dest pê kir, polîsa Îspanyayê rêgirî li xelkê dike ku biçin ser sindoqên dengdanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku proseya dengdanê ji bo referandûma serxwebûna Katalonyayê dest pê kir, polîsa Îspanyayê rêgirî li xelkê dike ku biçin ser sindoqên dengdanê.

Peyamnêra K24ê li Barcelona Aware Hewramî ragihand, polîsa Îspanyayî hewla dide dest dane ser binkeyên dengdanê û dengder jî rûbirûyî polîsan bûne. Polîsan karîn jî dest danin ser çend binkeyên dengdanê.

Berê polîsa Îspanyayê gefa wê yekî xwaribû, ku dest dane ser sindoqên dengdanê.

Ew binkeya ku ji aliyê polîsan hatiye dorpêçkirin, biryar e Serokê Katalonyayê tê de dengê xwe bide.

Di dema romalakirina proseya dengdanê, çend polîsan êrîşî peyamnêra Kurdistan24ê kirin û xwastin rêgiriyê li romala Kurdistan24ê bikin.

Herêma Katalonya yek ji 17 herêmên federalî yên Îspanyayê ye û dikeve bakurê rojhilatê Îspanyayê. Rûbera wê bi 32.208 K.M çargoşe ye. Nêzîkî 7 milyon û 500 hezar kes tê de dijî.

Li Katalonya ji sala 2012an ve parlemanto heye û 135 parlemanteran pêk tê û 4 parêzgehên wê hene Bacelona, Girona, Lleida û Tarragona.