Kiliçdaroglu:Şerm e Serokê Parlementoyê derewan bike

Kiliçdaroglu got, Serokê Parlementoyê Ismail Kahraman ew ne vexwendiyê civînê, lê ragihandiye ku tevayiya muxalefetê vexwendiye. Ev yek bi derew liqelem da

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu liser nebeşdariya xwe di hevdîtina di ofisa Serokê Parlementoyê Tirkiye Ismail Kahraman de ragihand ku, Serokê Parlementoyê Ismail Kahraman ew ne vexwendiyê civînê, lê ragihandiye ku tevayiya muxalefetê vexwendiye. Ev yek bi derew liqelem da.

Îro piştî civîna vekirina Parlementoya Tirkiye, Serokomar Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim, Serokê partiya Nîjadperest (MHP) Dewlet Bahçeli li ofîsa Serokê Parlementoyê hevdîtinek lidar xistin. Serokê parlementoyê diyarkir ku, wan Kiliçdaroglu jî vexwendiye civînê, lê nehatiye. Dibe ku civînek wî ya din hebû. Kiliçdaroglu û CHP ev daxûyaniya Kahraman bi derew liqelem dan.