Erdogan nexşerêya seredana xwe ya Îranê eşkere kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan di hevdîtina xwe ligel fermanbarên serbazî de diyarkir ku, Serfermandarê Leşkerî yê Tirkiye Hulusi Akar çûye Îranê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan di hevdîtina xwe ligel fermanbarên serbazî de diyarkir ku, Serfermandarê Leşkerî yê Tirkiye Hulusi Akar çûye Îranê.

Liser seredana xwe ya Komara Islamî jî nexşerêya xwe ji fermanbaran re eşkere kir: Dê civînên stratejîk lidar bikevin. Pirsa bakurê Iraqê (herêma Kurdistanê) dê were rojeva civînên me. Bi birêz Rûhanî û Hamaney re hevdîtinên me dê pêk werin. Piştî wê ji bo pêvajoyê em dê nexşerêyê zelal bikin.”

Erdogan herweha diyar ku, Hulusi Akar niha li Tehranê ye.