Peyvdarê serokatiya Herêma Kurdistan: Em gellekî ji daxuyaniya wezîrê derve yê Amerîka dilgiran in

D. Umêd Sebah: “Em gellekî ji daxuyaniya roja înê ya wezîrê derve yê Amerîka birêz Rex Tillerson dilgiran bûne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de ku wêneyekî wê ji bo Kurdistan24 hatiye şandin, peyvdarê serokatiya Herêma Kurdistan bersiva wezîrî derve yê Amerîka dide û dibêje: “Em gellekî ji daxuyaniya roja înê ya wezîrê derve yê Amerîka birêz Rex Tillerson dilgiran bûne.”

Di daxuyaniyê de hatiye: Em bi hêvî ne di rojên dahatî de, Amerîka pêdaçûnê ji helwesta xwe re bike û bi germî piştevaniya daxwazên rewa yên gelê Herêma Kurdistanê bike û beşdariya danûstandinên aştyane yên di navbera Hewlêr û Bexda de dike.

Têksta daxuyaniyê:

Bersivek ji bo wezîrê derve yê Amerîka

Gelê Kurdistan, ku berdewam û bi dilgermî piştevaniya Amerîka kiriye, bi taybetî di şerê dijî DAIŞê û rêjîma Seddam Hisên de, gellekî ji daxuyaniya roja înê ya wezîrê derve yê Amerîka birêz Rex Tillerson dilgiran bûye. Diva bû Amerîka berî hemû welatan teqdîr û rêz li biryara Kurdistan ji bo serxwebûnê girtiba her wekî bêtirî 92٪ gelê Kurdistan di referandumeke azad û zelal û aştîxwazane de roja 25ê Êlûnê daxwaza serxwebûnê kir.

Referandumeke li gorî yasayên Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêmê ve bangewazî jêre hat kirin û Perlemana Kurdistanê pesend kir. Ew pirose li gorî çendîn maddeyên destûra Iraqê rê pê hatiye dayin. Referandumeke derfet ji bo gelê Kurdistan aniye pêş daku mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bicî bike, ew jî wek mafekî ku di peymana Netewên Yekgirtî de, û piştre di du rêketinên navdewletî pêwendîdar de hatiye.

Ji bilî rêzgirtina me ji bo banga Amerîka ya ku têde xwestibû dûrî tundiyê serederî li gel referandumê bêkirin, lê ne Amerîka û nejî ti welatekî din rê li ber serederiya nedestûrî û neyasayî ya Bexdayê li gel Kurdistan negirt, ku ji destpêka pesendkirina destûrê di sala 2005an de berdewame.

Hêvîdar in di rojên dahatî de, Amerîka pêdeçûnê ji helwesta xwe re bike û bi germî piştevaniya daxwazên rewa yên gelê Herêma Kurdistan bike û beşdarî danûstandinên aştiyane yên di navbera Hewlêr û Bexda de bibe.

Umêd Sebah

Peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê

1ê Cotmeha 2017an