Teqînek li Şamê çêbû
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna otombêleke bombekirî de li devera Meydan li Şamê hejmarek kes bûne qurbanî.
Ajansên fermî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve belav kirin, ku buyer ji encama teqîneke xwekujî bû, bi riya otombêleke bombekirî li bingeheke Polîsan li devera Meydan li başûrê Şamê hat encamdan.
Li gorî Çavdêrgeha Sûrî ya Mafê Mirovan, di encama wê teqînê de 11 kes hatine kuştin û hejmarek kesên din jî birîndar bûne.