Rê li ber beşdariya perlemanterên Kurd di civîna Perlemana Iraqê de hat girtin

Şaxewan Ebdella: "Ji aliyê perlemanterên firakisyona dewleta yasa hatibû xwestin, her perlemanterekî Kurd ku biçe nav Perlemana Iraqê, divê sûnd bixwe ku deng ji bo serxwebûna Kurdistanê nedaye

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Perlemana Iraqê ji firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdella, ji Kurdistan24ê re got: "Em wek firakisyona PDKê me berî niha zanîbû nakokî heye û em berdewam bûn li ser baykotkirina perleman, lewra bi me baş bû firakisyonên din jî neçin perlemanê."

Şaxewan Ebdella got jî: "Ji aliyê perlemanterên firakisyona dewleta yasa (Fraksiyona Nûrî Malîkî) hatibû xwestin, her perlemanterekî Kurd ku biçe nav Perlemana Iraqê, divê sûnd bixwe ku deng ji bo serxwebûna Kurdistanê nedaye, her perlemanterekî Kurd îro beşdarî civînê bûbe, sivikatî pê hatiye kirin."