Mam Celal.. Ji zaroktiyê ve, ta Serokomar

Celal Talebanî kurê Şêx Husamedîn kurê Şêv Nûrî Talebanî, 12ê Mijdara sala 1933an li gundê Kilkan yê binarê çiyayê Kusret jidayik bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Celal Talebanî kurê Şêx Husamedîn kurê Şêv Nûrî Talebanî, 12ê Mijdara sala 1933an li gundê Kilkan yê binarê çiyayê Kusret jidayik bû.

Talebanî di sala 1947an di temenê 14 saliyê de derbasî nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û tevlî karê siyasî bû. Di sala 1951an de hate girtin û ji bo bajarê Mûsilê hat dûrxistin. Di sala 1951an de jî bû endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê. Di sala 1952an de jî kolîja Mafnasiyê li zanîngeha Bexdayê wergirt.

Di meha Sibata sala 1953an de serperiştiya yekem kongreya xwendekarên Kurdistanê dike û di wê kongreyê de wek Sekreterê Giştî yê wê rêxistinê tê hilbijartin. Di heman sale de jî dibe yek ji damezrênerê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê. Di sala 1953an de jî dibe Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lawên Kurdistanê.

Di sala 1954an de, wek endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin. Sala 1959an li kolîja Yasa ya zanîngeha Bexdayê xwendina bilind temam dike û ji wê demê ve û ta sala 1961an diçe nava rêzên artêşa Iraqê.

Bi destpêkirina Şoreşa Îlonê re bi rêbertiya Mistefa Barzanî, Talebanî dibe yek ji kesayetiyên diyar ên Şoreşa Îlonê û di sala 1963an de bû serokê şanda Kurd ji bo guftûgoyên ligel Serokomarê Iraqê Ebdilselam Arif. Di sala 1964an de ji nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê veqetiya.

Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê di sala 1975an de, Talebanî yek ji damizrênerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû û heta niha jî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû.

Talebanî rola wî ya berçav di raperîna sala 1991an de hebû û piştî rûxandina rêjîma Beis, di 6ê Nîsana 2005an bû Serokê Encûmena Hikmê ya Iraqê û di 22ê Nîsana 2005an bû Serokomarê Iraqê.

Di meha Tîrmeha 2008an wek Cîgirê Serokê Rêxistina Sosyal International hat hilbijartin. Di 11 Mijdara 2010an careke din bû Serokomarê Iraqê. Di meha Çileya sala 2012an de ji ber nexweşiyê çû Almanyayê û piştre vegerî bajarê Silêmaniyê.

Mam Celal îro 3 Cotmeha 2017an Almanya li nexweşxaneyeke Berlînê koça dawiyê kir.