Barzanî: Baştirîn wefa bo giyanê Mam Celal yekrêziya me ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi boneya koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi boneya koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî ragihand. Serok Barzanî serxweşî li tevahiya gelê Kurdistanê, malbata wî, hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed û her du kurên wî Bavil û Qubad Talebanî kir.

Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ji destdana serkirdeyekî mezin wekî Mam Celal zirareke mezin e ji bo gelê Kurdistanê û bi asanî jî cihê wî nayê dagirtin.”

Serok Barzanî got: “Serxweşiyê li xwe, li gelê Kurdistanê û hemû birayên serkirdayetî û endamên Yekîriya Niştimanî ya Kurdistanê dikim. Daxwaz ji xwedêyê mezin dikim, giyanê birayê min Mam Celal di bihûşta berîn şad bike.”

Barzanê di peyama xwe de got: Niha jî baştirîn wefa ji bo giyanê birêz Mam Celal û giyanên hemû şehîdên riya rizgarîxwaz a gelê me ew e, ku yekrêziya xwe bihêztir bikin, her bi wê jî dikarin bigihin wan aramcên pîroz ên ku serkirdeyên me û hezaran şehîd ji bo wê giyanên xwe bexşandin.”

Di peyama xwe de, Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya Mam Celal Talebanî derbirî û yek hefte metemîniya giştî li Kurdistanê ragihand.

Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.