Amerîka: Divê Hewlêr û Bexda diyalogê bikin û em ji navbênkariyê re amade ne
K24- Navenda Nûçeyan
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert dibêje: “Divê Bexda û Hewlêr ji bo pêşeroja welatê xwe gotûbêjan bikin.
Heather Nauert di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ew li dijî bizavên tund ên aliyekî li beramberî aliyê din in li Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Nauert got jî: “Heger bê xwestin, em amade ne ji bo destpêkirina diyalogê navbênkariyê bike, lê heya niha ew daxwaz ji me nehatiye kirin.”