Hêzên Iraqî kontrolkirina tevahiya Hewîceyê ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Iraqî bi kontrolkirina taxên navenda Hewîce li başûrê rojavayê Kerkûkê, kontrolkirina tevahiya wê bajarokî ragihand.
Ji dema destpêkirina operasyona kontrolkirina Hewîce ve, nêzîkî 100 gundên wî bajarokî hatin kontrolkirin û zêdetir ji 400 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Di vê derbarê de, rêveberê polîsa qezaya û navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand, hejmareke gelekî mezin ji koçberên Hewîce hatin navçeyên di bin destê Pêşmerge de û hejmarek mezin jî ji çekdaran xwe radestî Pêşmerge kirin.