Mesrûr Barzanî: Karvedanên Bexdayê nedestûrî û zêderûyî ne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekrterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekrterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis kir.

Di civînê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê karvedanên Bexdayê yên piştî referandûmê bi zêderûyî û ne destûrî zanî û amaje bi wê da, gelê Kurdistanê gaveke demokratîk û destûrî avêtiye, ji bo derbirîna xwastekên xwe. Referandûm gavek bû, ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên ku bi hemû rêyên din hatin taqîkirin, lê çareser nebûn.

Tekezî li ser wê jî kir, Herêma Kurdistanê berî referandûmê û piştî referandûmê jî, deriyên guftûgoyan vekirî hêştine û Herêma Kurdistanê dixwaze bi riyên aştiyane berve xwastekên gelê Kurdistanê gavan bavêje.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Sekrterê Giştî yê NY li Iraqê amaje bi wê da, Netewên Yekgirtî dixwaze berî her gavekê, rêgiriyê li bilindbûna aloziyan bigire û binemayeke hevbeş ji bo danûstandineke avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibîne û rêgiriyê li destêwerdana aliyên derve bike.

Jan Kubis tekezî li ser rola Netewên Yekgirtî kir, ku bi niyaza wê her du alî ji girjî û aloziyan dûr bikevin û zûtir dest bi danûstandinan bikin.