Ebadî û Macron referandûma serxwebûna Kurdistanê guftûgo dikin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro gihêşte Koşka Elysee û ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya, tewera sereke ya civîna wan jî, referandûma serxwebûna Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro gihêşte Koşka Elysee û ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya, tewera sereke ya civîna wan jî, referandûma serxwebûna Kurdistanê û pirsên kirîna çek, petrolê û avadankirina mavçeyên nû hatine rizgarkirin in.

Peyamnêrê K24ê ji Koşka Elysee ve ragihand, Ebadî serokatiya şandeke hikûmetê dike û komek pirsên girîng ligeê berpirsên Fransayê gotûbêj dike. Her çend e nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê red kirk u pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê di wê civînê de bê guftûgokirin û Wezareta Derve ya Fransayê jî amaje bi wê pirsê nekir, lê zanyarî dibêjin ku pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê germtirîn mijara wê hevdîtinê ye.

Ebadî ku duh gihêştibû bi serokatiya şandekê gihêştibû Fransayê, rewşa Iraqê bi giştî, pêwendiyên aborî û rola Fransayê di avadankirina navçeyên nû hatine rizgarkirin ligel Serokê Fransayê guftûgo dike.