Kongressmanekî Amerîkî: Amerîka rê nade êrîş li Kurdistanê bê kirin

Kongressmanekî Amerîkî hişyariyê dide û dibêje, ferehbûna girjî û aloziyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di berjewendiya Îran û welatên din de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongressmanekî Amerîkî hişyariyê dide û dibêje, ferehbûna girjî û aloziyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di berjewendiya Îran û welatên din de ye. Ew kongressman dibêje jî, pêwîst e gelê Kurdistanê xewna xwe ya azadiyê pêk bîne.

Kongressmanê Amerîkî yê Komarîxwaz Marco Rubio ji K24ê re got: “Ev pirs pêwîst e beşek ji diyaloga berdewam be, ji ber ne aramiya ku niha li navçê heye, hêvîdar im hem Bexda û hem jî hewlêr vê girjiyê sar bikin, bi awayekî ku ziyan negihe her du aliyan û aliyên din jî bihêz dikin. Ne tenê ji bo kontrokirina Iraqê, lê ew dixwazin Kurdistanê jî Kurdistanê kontrol bikin. Ji ber wê ez ne daxwaz ji gelê Kurdistanê dest ji xewna xwe û serxwebûnê bê hêvî bin, lê divê agahdar bin, ku ji vî karî tiştekî berhemdar bidest bikeve.”

Ev congressman got jî: “Di nerîna min de, gelek alî hene ji ber sedemên cuda dixwazin ne aramî li navçê berdewam be, lê em vê yekê naxwazin. Em aramiyê dixwazin. Em dixwazin gelê Kurdistanê xewna xwe pêk bîne. Yek ji gefan jî bikaranîna hêzê ye û bi riya mîlîşyayan şerekî bikin û wek bihane bikar bînin. Em jî nahêlin ew şer bibe.”