Serokê Fransayê: Pêwîst e mafên Kurd û pêkhateyan parastî bin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, “Nabe referandûma roja 25ê Îlonê bibe sedema aloziyê. Pêwîst e rewş bê aramkirin û guftûgo bên kirin. Em jî amade ne navbênkariyê bikin ligel Netewên Yekgirtî.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, “Nabe referandûma roja 25ê Îlonê bibe sedema aloziyê. Pêwîst e rewş bê aramkirin û guftûgo bên kirin. Em jî amade ne navbênkariyê bikin ligel Netewên Yekgirtî.”

Piştî civîna Serokwezîrê Iraqê û Serokê Fransayê, di konferaseke rojnamevanî de Macron ragihand, “Me behsa astengiyên aborî yên rûbirûyî Iraqê dikin kir. Fransa ligel wê ye ku çaksazî bê kirin û pirsgirêk bêne çareserkirin.”

Serokê Fransayê derbarê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê de got: “Fransa ligel wê ye ku Bexda ligel Kurd dest bi guftûgoyên avaker bike û di çarçova destûrê de mafê Kurd parastî be û hemû pabendî destûra Iraqê bin û mafê pêkhateyên parastî be.”

Herwiha got: “Nabe referandûma roja 25ê Îlonê bibe sedema aloziyê. Pêwîst e rewş bê aramkirin û guftûgo bên kirin. Em jî amade ne navbênkariyê bikin ligel Netewên Yekgirtî.”

Serokê Fransayê got jî: “Me behsa astengên Rojhilata Navîn kir. Pêwendiyên me ligel Iraqê ji bo şerê DAIŞê berdewam dibin. Rewşa Iraqê ne asayî ye û rûbirûbûna hêzên Iraqê li dijî DAIŞê berdewam e.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron amaje bi koça dawiyê yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî kir û got: “Gelekî xemgîn in bi koça dawiyê ya Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî.”

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Iraqê ragihand, “Komek pirsgirêk li Iraqê û navçê heye, pêwîstiya me bi hewlên navdewletî heye ji bo çareserîkirina pirsgirêkan.

Ebadî got jî: “Kurd beşek e ji Iraqê ye, bi encamdana referandûmê ji destûrê derket. Wek hikûmet û parlemantoyê me biryar da ku referandûm bê hilweşandin. Em armanc û hêviyên Kurd li ber çavan digirin, lê di çarçova destûrê de.

Serokwezîrê Iraqê ragihand jî, “Li derveyî biryara hikûmetê ti hêzek nikare tevgeRê bike. Em ne bi bijardeya leşkerî re ne.”