DizeyÎ: Kurdistan bi rêya demokrasiyê, daxwaza pêşeroja xwe anî ziman

Berdevkê hukimeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di hevpeyvîna xwe ligel BBC beşê tirkî de, referendûma serxwebûna Kurdistanê, bandorên wê yên herêmî û navneteweyî nirxand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê hukimeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di hevpeyvîna xwe ligel BBC beşê tirkî de, referendûma serxwebûna Kurdistanê, bandorên wê yên herêmî û navneteweyî nirxand.

Di hevpeyvîna xwe de Dizeyî liser helwêsta Iran û Tirkiye rawesta û baweriya xwe ku aloziyên serbazî, şer rû nadin anî ziman. Ligor Dizeyî, ewleyî, hevaltî û rêza beramberî rêra herî rast e.

Liser pêvajoya berî referendûmê de Sefîn Dizeyî got ku: “Me bala cîhanê kişand, got ku: werin alîkariya me bikin, pêwendiyên me ligel Iraqê weha nikarin dom bikin. Wê demê hemûyan xwe mijûlî şerê bi DAIŞ re kiribû û balkişandinên me negirtin ber çavan. Em çûn referndûmê û zêdeyî ji sedî 92an xelkê Kurdistanê rêya serxwebûnê pejirand. Niha kes nikare vê encamê nepejirîne, ne partiyek, ne serokek. Belê, em dikarin ligel Bexdayê danûstaninê bikin, formulasyona pêşerojek çawa biaxifin, lê gel biryara xwe da”.

Dizeyî helwêsta Amerika jî girte dest: “Me 3,5 mehan biryara xwe ya referendûmê ragihand. Lê 1 meh berî referendûmê Ewrûpayî û Amerika hatin, gotin ku: dem ne gunca ye. Me jî ev pirs kir: kengî dem gunca ye? Ji sala 2003an Amerikiyan bi milyarên dolaran li Iraqê xerc kirin, 4600 serbaz wenda kirin. Daxwaz: Iraq a democrat û modern bû. Lê weha nebû! Tenê rastiya demokrasiya û modernizma Kurdistanê xuya dike, tenê bi Kurdistanê dikarin serbilind bin. Nepejirandina proseya demokrasiyê û referendûmê, bi nirxên wan re tê hemberî hevûdu. Lê em jibîr nekin, berjeweniyên me û Amerika yên hevbeş hene”.

Liser helwêsta Rusya, Dizeyî diyarkir: “Rusya rastiya herêmê û dîroka Kurdistanê baştir dizane. Rêz li daxwazên gelê Kurdistanê anîn ziman. Helwêstek pragmatic ê rastiyane anîn ziman. Li Rusya hejmarek mezin a Kurd heye, hîn ji heyama Şariya Rusyayê. Di navbeyna Rosneft û Kurdistanê de rêkeftinek aborî, de derdora petrolê de heye. Em naxwazin çarçoweyek siyasî bidin vê vê rêkeftinê, ew tenê aborî ye û di berjewendiya her dû aliyan de ye”.