Tirkiye: Eger heye em di operasyona kontrolkirina Idlibê de şerê hikûmeta Sûriyê bikin

Ajansa Anadol ya Tirkiyê li ser zimanê hin berpirsên Tirkiyê belav kiriye, ku ew naxwazin bi hêzên hikûmeta Sûriyê û hin grûpên din re li Idlibê şer bikin, lê wan xwe ji hemû metirsiyan re amade kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Anadol ya Tirkiyê li ser zimanê hin berpirsên Tirkiyê belav kiriye, ku ew naxwazin bi hêzên hikûmeta Sûriyê û hin grûpên din re li Idlibê şer bikin, lê wan xwe ji hemû metirsiyan re amade kiriye.

Li gorî rêketina Astana şeş, biryar e hêzên Tirkiyê li nav parêzgeha Idlibê bi cih bibin, ew jî bi mebesta kêmkirina şer li wê parêzgehê, ku berî niha jî çend navçeyên din yên kêmkirina şer bi rêketin di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsya de hatibûn ragihandin.