Serokên fraksiyonên PDK, YNK û Yekgirtû ji parlemantoya Iraqê tên dûrxistin

Ji ber dengdana bi belê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, biyara dûrxistina serokên fraksiyonên PDK, YNK û Yekgirtû di rûniştina parlemantoya Iraqê de dikeve ber dengdanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber dengdana bi belê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, biyara dûrxistina serokên fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di rûniştina parlemantoya Iraqê de dikeve ber dengdanê.

Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê di palemantoya Iraqê de Şaxwan Ebdulah ji K24ê re ragihand, Komîta Yasayî û Herêmî ya parlemantoya Iraqê bi hevhariya parlemanterên nêzîkî Nûrî Malîkî pêşniyaz kirine, di rûniştina bê de ji ber dengdana di referandûmê de, dûrxistina her sê serokên fraksiyonên PDK, YNK û Yekgirtû ligel cîgirên wan bikeve ber dengdanê.

Şaxwan Ebdulah got jî: "Ev hewla parlemanterên şovenîsm ji bo wê yekê ye, ku Kurd bi yekcarî ji Bexdayê bidûr bikevin, ji ber ku her sê fraksiyon ji sedî 80ê ji parlemanterên Kurd li xwe digire."

Herwiha got: "Sanaziyê dikim ji ber helwesteke bi vî awayî bêm derketin û ji egera cibicîkirina biryara Bexdayê bi yekcarî cih dihêlim û tême Kurdistanê."

Ji bilî Serokê Fraksiyona PDKê Erefat Kerem, Serokê Fraksiyona YNKê Arêz Ebdulah û Serokê Fraksiyona Yekgirtû Mosena Emîn, biryar e hejmarek ji parlemanterên din ên Kurd jî ji ber dengdana di referandûma serxwebûna Kurdistanê de bên dûrxistin.

Parlemanterên ku bêne dûrxistin ji fraksiyonên cuda ne wek, Necîbe Necîb, Viyan Dexîl, Şaxwan Ebdulah, Adil Nûrî, Eşwaq Caf û Ebdilezîz Hesen in.