Rêveberiya Xweser û ENKSê tekeziyê li yekrêziyê dikin

Piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê û piştî nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Îranê de, siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê tekeziyê li ser yekîtiya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê û piştî nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Îranê de, siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê tekeziyê li ser yekîtiya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê dikin.

Serkirdeyên Rêveberiya Xweser dibêjin ku nexşeya polîtîkî ya Rojhilata Navîn tê guhertin, loma pêwîst e hemû alî û partiyên siyasî yên Kurdî li hev rûnin û hemû pirsgirên Kurdan gotûbêj bikin, ji bo ku Kurd bê par nemînin.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya ji K24ê axivî û got: “Ma ev referandûm ne mafekî xwezayî yê me ye? Ne îradeya gelê me ya siyasî ye? Belê. Em dibînin hemû welatên dagîrkerên Kurdistanê Tirkiye, Îran û Iraq bi nerînên xwe yên şovenism û nijadperestî xwe digihînin hev û du û dixwazin gelê me ji vî mafê xwe yê xwazayî dûr bixin. Vê jî qebûl nakin û hemû gefan li Başûrê Kurdistanê dixwin.”

Ji aliyê xwe ve jî, Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tekeziyê li ser girîngiya yekrêziya Kurdan di vê qonaxê de dikin. Herwiha dibêjin, ji ber tirsa dijminên Kurdan ji destkeftên mezin yên ku Kurd bidest dixin, îro welatên ku Kurdistan dagîr kirine nêzî hev dibin, loma pêwîst e tevgera siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re rûnin.

Serokê Xwecihiyên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re wiha axivî: “Bêgûman her aliyekî şaşîtiyên xwe hene, rastî bi awayekî rêjeyî ye. Nabe em bibêjin her helwesteke me rast e û ya aliyê din şaş e. divê em hemû lêvegereke siyasî çê bikin û ji şaşîtiyên xwe fêr bibin û ji hev re vekirî bin, ta ku em karibin yekrêziya xwe ava bikin, ji ber ku mafê gelê Kurd îro bi yekîtî û yekrêziyê derdikeve holê.”

Şirovekarên siyasî dibêjin ku derfeteke dîrokî li cem Kurd heye ku îro xwedî yek helwest û yekrêz bin, lê tevî ku hemû aliyên siyasî tekeziyê li ser yekrêziya Kurdan dikin, lê ta niha li ser zemînê ti gav bo vê yekê nebûye.