Galbraith: Dewleteke nû bi navê Kurdistan jidayik dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Dîplomaterekî bilind ê Amerîka ê berê radigihîne, di dahatûyê de dewleteke nû ya bi navê Kurdistan ava dibe.
Balyozê berê yê Amerîka li Kraotya Peter Galbraith di hevdîtinekê de ligel kanala CNNê de ragihand, Amerîka ne amade ye derfeta hevpeymantiya ligel Kurdistanê jidest bide û tevahiya hevkêşeyan di dahatûyê de tên guhartin.
Galbraith di dirêjehiya axaftina xwe de karvedanên Serokê Amerîka Donald Trump li hember refersandûma serxwebûna Kurdistanê de bi seyr û sersam bi nav kir. Li gor wî, ku rêveberiya Trump ji bingeha wê ve rêveberiyeke seyr û sersam e.
Ew dîplomatkarê dêrîn ê Amerîka derbarê çima Barzanî referandûm hilneweşand de dibêje, referandûm gaveke demokratyane ye û Barzanî baş dizane ku xelkê Kurdistanê xwediyê referandûmê ye, ne her serkirdayekî siyasî yê din.