Asayişa li Efrînê 45 kes ji zindanên xwe berda
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi navberkariya Cîş El-Siwwar ku hêzeke di nav hêzên Sûrya Demukrat de, asayişa li Efrînê 45 girtiyên ku bi tometa beşdariya wan di Mertala Ferêt de hatibûn girtin, serbest berda.
Cîş El-Siwwar di daxuyaniyekê de got: “Ji bo parastina aştiya di nav civaka sivîl [ piştevaniya jiyana hevbeş di navbera pêkhatên Sûriyê de û pabendbûn bi peymanên navdewletî, wê ew navberkarî kiriye.
Herweha Cîş El-Siwwar di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hemû grûpên çekdar li parêzgehên Idlib û Hemayê kir, ku hemû girtiyan serbest berdin û bi taybet piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê.