Endamekî Perlemana YE: Divê Yekîtiya Ewropa piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî Perlemana Ewropa daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa kir ku piştevaniya bizavên Kurdan bikin ji bo serxwebûna Kurdistanê.
Perlemanterê Yekîtiya Ewropa û endamê pile bilind di Partiya Netewî ya Skotlandî de Alyn Smith, daxwaz ji perleman û welatên Eworpa kir, ku roleke berçav bilîzin di çarekirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, û daxwaz ji wan kir piştevaniya Kurdan bikin di pêngavên ber bi serxwebûna Kurdistanê ve.
Herweha Alyn Smith tekez kir: “Kurdistaneke serbixwe di berjewendiya Ewropa de ye, lewra pêwîst e Ewropa jî destpêşxeriyê bike û roleke mezintir di pirsa dewletbûna Kurdistanê de bilîze.”