Rûsya ketina firokeyeke xwe ya cengî li Sûriyê ragihand

Firokeya Rûsî li bingeha Himêmîm ya Laziqiyê ketiye û endamên tîma wê canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat zanîn ku ew firokeya Rûsî li bingeha Himêmîm ya Laziqiyê ketiye û endamên tîma wê canê xwe jidest dane.

Ji aliyê xwe ve, wezareta berevaniya Rûsî diyar kir, ku firoke ji corê Soxoy 24 bû, dema ku bizava firrînê dikir, li bingeha Himêmîm li bajarê Laziqiyê hate têkişkandin, û sedemên têkçûna wê jî teknîkî bû.