Fermadariya Giştî ya Pêşmerge: Pêwîst e hemû hêzên Pêşmerge di amadehiyê de bin
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge di daxuyaniyekê de daxwaz ji hemû hêzên Pêşmerge kir, di temamiya amadehî û berevanîkirina xaka Kurdistanê de bin.
Deqa daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge:
Şeva borî hêzên Heşda Şeibî û hin hêzên artêşa Iraqê dest bi tevgerê û amadekariyan kirin ji bo êrîşkirina li ser navçeyên di bin destê Pêşmerge de, bi taybet li derdora Kerkûkê.
Ev tevger ji piştî handan û destlipiştdana biyanî û herwiha daxuyaniyên gefê yên di cend rojên borî de ji aliyê berpirsên leşkerî û siyasî ên Iraqê li dijî gelê Kurdistanê tên û amajeyên metirsîdar ên derketina şer û êrîşa li ser Kurdistanê tê de ne.
Civaka navdewletî û hevpeymanan û raya giştî agahdar dikin, ku rewşa ne libar dibe sedema karesatên mezin.
Em li dijî şer û xwînrêtinê ne û ji rewangeha hestkirina bi berpirsayetî ve, daxwaz ji hikûmeta Bexdayê dikin, li cihê tevgera hêzê û xwesepandina bi zorê, bê guftûgoyê bike û bi wan riyê pirsgirêk çareser bike.
Lê gef û êrîş û şerfirotana qebûl nakin û çareseriya ti pirsgirêkekê nake, hêza Pêşmerge gelek bi tundî berevaniyê li gelê Kurdistanê dike û rê nade bi zimanê çek û xwesepandina bi zorê, damûstandin bi gelê Kurdistanê re bê kirin.
Pêwîste hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî di amadebaşiya temam de bin, ji bo berevanîkirina li gel û xaka Kurdistanê bikin û li hember her cure gef û êrîşan rawestin.