Amerîka: Bi hûrî çavdêriya rewşa û rê nadin alozî li Kerkûkê derkeve

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis ragihand, bi hûrî çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin û kar dikin, da ku ti alozî û girjiyek li navçê rû nede.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis ragihand, bi hûrî çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin û kar dikin, da ku ti alozî û girjiyek li navçê rû nede.

James Mattis ragihand jî, bi girîngî li rewşê dinerin û naxwazin ti girjî û aloziyek li Kerkûkê û derdora wê rû bide, bi hemû awa jî kar ji bo dûrxistina şer dikin.

Çend roj in, hêzeke mezin ya Heşda Şeibî, polîsa federalî û lîwaya 9 ya zirîpoşan li navçeyên başûrê Kerkûkê bicih bûne û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî ragihand, peyama wan gihêştiye me ku bi niyaz in êrîşî Kerkûkê bikin.

Li hemberê, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê tevahiya amadekariyên rûbirûbûna her egerekê girtine ber û sengerên xwe qaîm kirine.