Derbarê rewşa Kurkûkê de, YNK dicive

Biryar e, îro hejmarek ji serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serperiştiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl derbarê rewşa Kurkûkê û aloziyên di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar aşkere kir, şeva borî bi amadebûna Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm guftûgo li ser wê pirsê kiribûn, bi niyaz in îro jî di civîneke fereh de hewl bidin bigihin encameke hevbeş.

Mela Bextiyar li hejmara xwe ya tûrac civakî “Facebook” nivîsiye: “Bi amadebûna Serokomar, hevalan Kusret Resûl, Omer Fetah, Hakim Qadir, Hêro xan, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî me civînek derbarê vê rewşê de encman da. Piştî du demjimêran, bîr û nêrînên baş hatin guftûgokirin, bi niyaz in civîneke fereh ji bo encamên hevbeş amade bikin.”