Sîpan Hemo: Tirkiye nikare bihostekê nêzîkî Efrînê bibe

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo dewleta Tirk hişyar kir û diyar kir, ew nikarin gavekê jî nêzîkî Efrînê bibin û wiha got: “Heger nêz bibin wê YPG, YPJ, wê derseke dîrokî bidin wê”

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo dewleta Tirk hişyar kir û diyar kir, ew nikarin gavekê jî nêzîkî Efrînê bibin û wiha got: “Heger nêz bibin wê YPG, YPJ, wê derseke dîrokî bidin wê”

Fermandarê Giştî yê YPG´ê Sîpan Hemo ji Ozgur Polîtîka re axivî û got, siyaset û planên Rojhilata Navîn ên Tirkiyeyê hemû piştî ku şikestin, bi demê re veguherîn yek armanc û projeyê, ew jî şerê li dijî Kurdan û destkeftiyên wê ne.

Fermandarê Giştî yê YPG´ê derbarê operasyona Tirkiyê ya li Idlibê de dibêje, dewleta Tirkiyê, çekdarên ser bi wê ve nikarin bohstekê jî nêzîkî Efrînê bibin. YPG, YPJ, Ceyş El-Siwar û gelê Kurd li Efrîn û Şehbayê wê derseke dîrokî bidin dewleta Tirk. 

Li gor rêkeftina Rûsya û Tikiyê ya avakirina deverên kêmkirina şer li Sûriyê, çend roj in artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê ên Tirkiye piştevaniya wan dike derbasî Idlibê bûne û xaleke çavdêriyê li nêzîkî Efrînê ava dike.