Medyaya Tirkiyê: Hukimeta Surgunê ya Qeterê tê avakirin

Medya Tirkiye diyar dike ku her du kesên ji malbata El Sanî nêzîkî Siûdiyê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rojnameya Yeni Şafak a Tirkî, ku nêzîkî desthilata AK Partî ye, bi destê welatên din ên Kendavê yên Ereb hewldana pêkanîna Hukimeta Surgunê ji bo Qeterê tê kirin û bi vî awayî rewşa Qeterê bê tevlîhevkirin.

Ligor Yeni Şafak, ji malbata Mîrên Qeterê yên ku li derve dijin û pirsgîrekên wan ligel Emîrê Qeterê Şeyh Temim bin Hamed Al Sani heye, Sultan bin Şuhaym el-Sani û Seyh Ahmed bin Ali el-Sani di birêvebirina Hukimeta Surgunê de tên xizrkirin.

Medya Tirkiye diyar dike ku her du kesên ji malbata El Sanî nêzîkî Siûdiyê ne.