Bêtirî 20 hezar çekdarên ereb amade ne berevaniyê li sînorên Herêma Kurdistanê bikin

"Ew hêzana li dijî her hêzekê şer dikin ku nêzîkî sînorên Kurdistanê bibin, ew hêz jî bi çekên giran û navend û sivik hatine çekdarkirin."

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê êlên Neynewa Muzahim El-Hiwêt ragihand: "Bêtirî 20 hezar çekdarên ereb, di nav hêzên Pêşmerge de ne û li sengerên pîşî ne daku bergiriyê li sînorên Herêma Kurdistanê bikin û hişyarî da ku şer çêbibe wê agirê wî şerî venemire."

El-Hiwêt ji malpera "Bexdad El-Yewm" re ragihand: "Hozên erebên Neynewa, li wan navçeyên referandum tê de hatiye kirin, bêtirî 20 hezar çekdarên wan di nav rêzên Pêşmerge de hene û li jêr fermana wezareta Pêşmerge kar dikin."

Herweha got: "Ew hêzana li dijî her hêzekê şer dikin ku nêzîkî sînorên Kurdistanê bibin, ew hêz jî bi çekên giran û navend û sivik hatine çekdarkirin."

Peyvdarê êlên Neynewa-Muzahim El-Hiwêt
Peyvdarê êlên Neynewa-Muzahim El-Hiwêt

Navhatî diyar kir "Armanca wan hêzan bergirtine li her hêzekê ku bixwaze bê Herêma Kurdistan, îca ew hêz DAIŞ bi yan Heşda Şeibî yan her hêzeke din be."

Peyvdarê êlên Neynewa, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wek berpirs li ser her şerekî dibîne, û dide xuyakirin ku her tevgereke serbazî ber bi Kurdistanê ve di destê wî de ye û got: "Heger şer çêbibe wê şerekî mezin be û agirê wî venamire."