Sibe herdu polîtbîroyên PDK û YNK dicivin

Civîn bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqê Fûad Meisûm tê lidarxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e sibe yekşemê bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqê Fûad Meisûm, herdu polîtbîroyên Partî Dîmukratî Kurdistan û Yekîtî Niştimanî Kurdistan li hev bicivin.

Kurdistan24 zanî ye ku di civînê de wê pirsa ewlehiya bajarê Kerkûkê û tevger û gefên Heşda Şeibî li ser wî bajarî û pêşinyrên serokê Iraqê ji bo çarekirina kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên gotûbêjkirin.