Heşda Şeibî baregeheke YNKê şewitand

Peyamêrê K24ê ragihand, îro çekdarên Heşda Şeibî baregeheke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Xurmatûyên şewitand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamêrê K24ê ragihand, îro çekdarên Heşda Şeibî baregeheke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Xurmatûyên şewitand.

Da zanîn jî, ew baregeha YNKê di çend rojên borî de ji ber nêzîkbûna Heşda Şeibî hatibû valakirin, îro jî çekdarên Heşda Şeibî ew baregeh şewitandin.

Ev di demekê de ye, ji ber tevgera Heşda Şeibî ku sînorê Kerkûk û Xurmatûyê alozî di navbera Pêşmerge û çekdarê Heşda Şeibî de derketiye.