Amerika û Siûdî liser Îranê peyivîn

Trump, Sûpaya Pasdaran a Îranê jî wekî piştgirê terorîzmê binav kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPA, Şahê Siûdiyê Selman û Serokê Amerikayê Donald Trump di axaftinek telefonî de stratejiya nû ya beramberî Komara Islamî ya Îranê girtin dest.

Şah Selman dilxweşiya xwe ji stratejiya nû ya Amerika hemberî Iranê aniye ziman û hevkariya welatê xwe diyar kiriye. Selman herweha Îran bi piştgirê herî mezin a terora navdewletî binav kiriye û giringiya hevkariyê hemberî Îranê destnîşan kiriye.

Ji aliyê xwe ve Serokê Amerika Trump aniye ziman ku, dê demek bide hevkarên Amerika ê Kongresê siyaseta nû Amerika hemberî Iranê bipejîrinin, ger na, ew dê xwe ji rêkeftina atomî ligel Îranê vekişînin û wekî Serok mafê wî ye biryarek weha bide. Trump, Sûpaya Pasdaran a Îranê jî wekî piştgirê terorîzmê binav kiriye û gotiye ku, Amerika Sûpaya Pasdaran girtiye nav lîsteya reş.