Beşek ji hêzên Yekîneya 70ê ji Til Werd vekişiyan

Beşek ji hêzên Yekîneya 70ê bê ti rûbirûbûnekê navçeya Til Werd û Pîşesazî li derdora Kerkûkê vala kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Beşek ji hêzên Yekîneya 70ê bê ti rûbirûbûnekê navçeya Til Werd û Pîşesazî li derdora Kerkûkê vala kirin.

Jêderekî agahdar li wê deverê ji K24ê re ragihand, pê de diçe ev vekişandin berê plana wê hatibe dariştin, ji ber ku hemû kel û pelên xwe ji bo vekişandinê amade kiribûn.

Ev di demekê de ye, Heşda Şeibî xwastibû êrîşî ser sengerên Pêşmerge bikin, lê êrîşa wan hat têkşikandin û ziyaneke mezin gihêşt wan û 4 hemerên leşkerî hatin şewitandin.

Piştî valakirina wan cihan, biryar e hêzeke ser bi Zêrevanî wan cihan bigire û li wir bicih bibe.

Ev di demekê de ye, hêzên Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmerge Kusret Resûl di sengerên xwe de bi tundî berevaniyê dikin.