Hêza Zêrevanî digihe Kerkûkê
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku beşek ji hêzên YNKê bi fermana çend berpirsên YNKê ji navçeya Til Werd vekişiyan û vegeriyan Silêmaniyê, lê hêzên Zêrevanî di hewlê de ne biçin wan cihên ku bê teqe hatine valakirin.
Pêşmeger soz didin ta dawî henase berevaniyê li xaka Kurdistanê bikin û vekişandina beşek ji serkirde û Pêşmergeyên YNKê bi xiyanet û firotana Kerkûkê bi nav dikin.
Xelkê Kerkûkê bi keviran li wê hêza YNKê ya ku bê şer û bi rêkeftin ligel Heşda Şeibî sengerên xwe vala kirine dan û bi girî daxwaz ji serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê dikin, rê nedin ku Kerkûk bê firotan.