Wezareta Bergîriyê ya Amerîka daxwaza ragirtina şer dike

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) daxwaz ji hêzên Iraqê û Pêşmerge dike, kiryarên tundûtûjiyê rabigirin û her du alî bi guftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) daxwaz ji hêzên Iraqê û Pêşmerge dike, kiryarên tundûtûjiyê rabigirin û her du alî bi guftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin.

Piştî hêzên Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqî êrîşî ser bajarê Kerkûkê kirin û dest bi topbarankirina sengerên Pêşmerge kirin, demeke şer di navbera hêzên Heşda Şeibî û Pêşmerge de li navçeya Taze berdewam e.

Endamê Parlemantoya Iraqê Şaxwan Ebdulah ragihand, hêzeke Heşda Şeibî û artêşê li nava Fewca 2 û Lîwaya Kusret Resûl hatine dorpêçkirin û beşek ji wê hêzê hatiye têkşikandin.

Li gor zanyariyên K24ê, ew çekdarên Heşda Şeibî êrîşî Xurmatoyê kirin reviyan û hejmarek ji otombîlên leşkerî jî hatin têkşikandin û li meydaya şer bicih mane. Herwiha çekdarên Heşda Şeibî yên berê xwe dabûn navçeya Îmralî di rûbirûbûna Pêşmerge de vekişiyan.

Berpirsê Serkirdayetiya PDKê li Kerkûkê Selah Delo ragihand, artêş û Heşda Şeibî bi niyaz in Kerkûkê dagîr bikin û îşev hêza Pêşmerge li Xurmato 2 – 3 êrîşên Heşda Şeibî şikandin.

Selah Delo ragihand jî, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî cidî nehatin ser xetê. Heşda Şeibî û artêş bi niyaz in Kerkûkê û kêlgehên petrolê dagîr bikin û dest danin ser kêlgehên petrolê.

Îşev, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da, hêza Pêşmerge destpêşxeriya şer nake û rûbirûyî her êrîşeke Heşd û artêşê dibe.