Teirîba Kerkûkê destpê kir

Piştî ku çekdarên YNK rê ji bo hatina Heşda Şeibî vekirin, piroseya teirîba Kerkûkê destpê kir

K24- Navenda Nûçeyan

Piştî ku çekdarên YNK rê ji bo hatina Heşda Şeibî vekirin, piroseya teirîba Kerkûkê destpê kir û çekdarên mîlîşyayên Heşdê dest bi daxistina alên Kurdistanê kirin û nivîs û dirûşmên taifî nivîsandin û bi sedan malbatên Kurd ji wî bajarî mişext bûn.

Îro di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, endamekî polîtbîroya YNK, eşkere kir ku mîlîşyayên heşdê û feyleqa Qudsê û Supaya Pasdaran bi rêberiya çekdarên ser bi Lahor Talebanî ve, çûne nav Kerkûkê.

Ev jî piştî wê yekê tê, ku şeva derbas bûyî dema ku ciwanên xwebexiş û welatiyên Kerkûkê rijane ser kolanan û amadebûna xwe dan xuyakirin ji bo berevaniyê di ber bajarê xwe de bikin, berpirsê melbenda YNK li Kerkûkê Aso Mamend di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re got: "Em daxwazê ji xelkê Kerkûkê dikin biçin malên xwe" û got jî: "Heşd û art;]a Iraqê nayên nav bajarê Kerkûkê.

Aso Mamend ji welatiyan re piştrast kir, ku asayiş û Pêşmerge can û malên wan diparêzin.

Piştî çend demjimêran ji sozên wî berpirsê YNK, çekdarên YNK ji sengerên xwe yên pêşî reviyan û ber bi sînorên Qerehencîr ve kişyan û bajar Kerkûkê berdan.

Ev yek piştî wê yekê hat ku duh beşek ji berpirsên Yekîtî li gel Qasim Silêmanî û mîlîşya Heşda Şeibî rêketin û biryar dan Kerkûk û tevahiya sengerên Pêşmerge radestî Heşdê û hevpeymanên wan di Supaya Pasdaran de bikin.

Her di wê çarçoveyê de, beşek ji berpirsên YNK fermanyana kişandina hêzên xwe ji sengeran dan û rê ji bo dagîrkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê Heşdê û Supaya Pasdaran ve xweş kirin.

Piştî wê kiryara beşek ji berpirsên YNK, fermandeya giştî ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê ragihand: "Beşek ji berpirsên YNK xiyaneteke dîrokî û mezin li Kurdistan û xwîna şehîdan kirin."