Svenska Dagbladet: Iraqê dîsa dest bi şerê Kurdan kir

Rojnamevan Ivar Arpi diyarkir, artêşa Iraqê û milişyaten Heşda Şabî xwestin Pêşmergeyên Kurdistanê, ku bajarê Kerkûkê ji DAIŞ rizgarkirin, ji Kerkûkê derbixin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Di beşê gotarên xwe yên sereke de rojnameya Svenska Dagbladet, ku yek ji mezintirîn rojnameyên Swêdê ye, êrîşa hemberî Kerkûkê û Kurdistanê girte dest û ew wekî destpêkirina şerên nû hemberî Kurdistanê binav kir.

 Rojnamevan Ivar Arpi diyarkir, artêşa Iraqê û milişyaten Heşda Şabî xwestin Pêşmergeyên Kurdistanê, ku bajarê Kerkûkê ji DAIŞ rizgarkirin, ji Kerkûkê derbixin û armanca Bexdayê têkbirina encamên referendûma serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir. Arpi dyiar dike ku, Kurdistanê bi encamdana referendûma xwe xwesteka xwe ya serxwebûnê bi ji sedî 93an a hilbijêran anîbû pêş.