Êzdiyên di nav Heşda Şeibî de derbasî Şingalê bûn

Fermandeyê mihwera rojavayê Dicle dibêje, parastina Şingalê di stiwê Pêşmergên Êzdî de ye û wan li gel Êzdiyên di nav Heşda Şeibî de rêketin kirine.

K24- Navenda Nûçeyan

Fermandeyê mihwera rojavayê Dicle dibêje, parastina Şingalê di stiwê Pêşmergên Êzdî de ye û wan li gel Êzdiyên di nav Heşda Şeibî de rêketin kirine.

Di daxuyaniyekê de fermandeya mihwera Rojavayê Dicle diyar kir, parastina qeza Şingalê û navçeyên derdora wê, di stiwê Pêşmergên Êzdî de ye ku hejmara wan 8 hezar Pêşmerge ye û fermandeya Şingalê pêk tînin.

Daxuyaniyê eşkere kir, ku sibeha îro ew Pêşmergên Êzdî û grupêk ji Êzdiyên di nav Heşda Şeibî de rêketin ku şer çênebe û xwîn neyê rijandin û bi beramberî wê yekê Êzdiyên di nav Heşda Şeibî de derbasî Şingalê bûn.