Sînatorkî Amerîkî: Pêwîst e Ebadî êrîşên li ser Kurd rawestîne

Sînatorkî Amerîkî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike, êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser Kurd rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sînatorkî Amerîkî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike, êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser Kurd rawestîne.

Sînatorê Amerîkî Chris Van Hollen derbarê bûyerên çend rojên borî li bajarê Kerkûkê û êrîşên Heşda Şeibî û Pasdarên Îranê de ragihand, ew ji êrîş û tundûtûjiyên li dijî Kurd li Kerkûkê û hêzên Pêşmerge dibin nîgeran e.

Herwiha wî sînatorî daxwaz ji Ebadî kir, di zûtirîn dem de dawî li wê êrîşa li dijî Kurd bîne, ku Kurd bi girîngtirîn hevpeymana Amerîka li Rojhilata Navîn binav kir.

Chris Van Hollen dibêje, êrîşên Heşda Şeibî li ser kerkûkê ziyanê digihîne şerê Ii dijî DAIŞê û karîna hevpeymanan li ser wî şerî lawaz dike.