Karsazên bakur: Xabûr ji bo me gelek girîng e

Deriyê sînor ê Xabûrê ne tenê ji bo herêma me, lê ji bo Tirkiyeyê jî gelek girîng e

K24 – Navenda Nûçeyan

Karsazên bakurê Kurdistanê ji ber egera girtina deriyê sînor Xabûrê û êrîşên Haşdî Şabî ya li dijî bajarên Kurdistanê gelek dilgiran in.

Karsaz Nîhat Bîlîşîk ko xelkê Silopiyê ye dibêje ew li ser deriyê sînor a Xaburê dijîn û divê bi ti awayî derî neyê girtin û Kurdistan jî divê ewle be. Ger Herêma Kurdistanê aloz bibe ew jî dê zirarek mezin bibînin.

Nîhat Bîlîşîk:

Deriyê sînor ê Xabûrê ne tenê ji bo herêma me lê ji bo Tirkiyeyê jî gelek girîng e. Em  bi ser vê deriyê sale nêzikê 8,5 milyar dolar û nîv hinarde dikin. Rojane hezar tirêle û wesaîtên me diçin Kurdistanê û tên. Bazara me tenê li ser Kurdistanê ye.  Lewma em neçarê Kurdistanê ne. Em ditirsin ko Kurdistan aloz bibe. Ev alozî dê zirarek mezin bigihîne me.

Karsaz Nîhat Bîlîşîk dibêje ew malên xwe bideyn difroşin. Ger li Kurdistanê pirsa ewlekariyê rû bide û pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê nexweş bibe ew êdî nikarin pereyên xwe jî bistînin.

Alozbûna Kurdistanê dê bandorek mezin û neyînî li ser me çêbike. Dê xelkê me, karsaz û pîşesazên me hemû zirar bikin. Em gelek dilgiran in û ditirsin.

Tirkiye bi ser deriyê sînor a Xabûrê di 8 salên dawî de 70 milyar dolar hinarde kir. Îsal jî di 7 mehên destpêkê de bi bihaya 6 milyar dolaran hinarde kiriye. Lewma Deriyê sînor a Xabûrê yek ji wan çavkaniya dahata herî mezin a Tirkiyeyê ye.