Semih Ozakça hat serbest berdan

Mamoste Semîh Ozakça ku 226 roj in di greva birçîbûnê de ye, serbest hat berdan. Dadgehê daxwaza berdana mamosteya zanîngehê Nuriye Gulmen ret kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mamoste Semîh Ozakça ku 226 roj in di greva birçîbûnê de ye, serbest hat berdan. Dadgehê daxwaza berdana mamosteya zanîngehê Nuriye Gulmen ret kir.

Mamosteya Zanîngehê Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça, bi biryarnameya rewşa awarte jikar hatibûn dûrxistin. Her du mamosteyan bi daxwaza vegera karên xwe dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Piştî 80 rojan her du mamoste hatin binçavkirin û pişt re hatin girtin. Mamosteyan di zîndanê de jî greva birçîbûnê berdewam kirin.

Doza her du mamosteyan îro li Enqerê hat dîtin û biryara berdana Semîh Ozakça û berdewamiya rewşa girtî ya Nuriye Gulmen da.