HSD: Bajarê Reqa radestî Encûmena Sivîl dibe

Piştî şerê 134 rojan ji operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi fermî kontrolkirina wî bajarî ragihand.

K24 – Reqa

Piştî şerê 134 rojan ji operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi fermî kontrolkirina wî bajarî di konferanseke rojnamevanî de li nava Reqayê de ragihand. HSDê amaje bi wê jî kir, dê bajêr radestî Encûmena Sivîl a Reqayê bike.

HSDê roja 6 Hezîrana borî destpêkirina operasyona bajarê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihandibû. HDSê aşkere kir di wî şerî de karîn 450 hezar sivîl ji bo deverên ewle veguhêzin û bi dehan jinên Kurd ên Êzidî rizgar bikin. Herwiha 655 şervanên HSDê şehîd bûn.