Du berpirsên Amerîkî red dikin Tillerson name derbarê referandumê ji Barzanî re şandibe

Tillerson ti name ji bo Barzanî wek elternatîv ji referandumê re neşandiye

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya Washington post ya Amerîkî belav kiriye, ti nameyek ji aliyê wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson ve, ji bo serokê Herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî wek elternatîv nehatiye şandin.

Rojnameya navhatî li ser zimanê du berpirsên Amerîkî belav kiriye, ku Tillerson ti name ji bo Barzanî wek elternatîv ji referandumê re neşandiye, lê reşnivîsa nameyekê hatibû amadekirin û ew jî nehatiye şandin.

Berî niha hat gotin ku Tillerson nameyek ji bo Serokê Herêma Kurdistanê şandiye û têde daxwaz kiriye li beramber paşxistina referandumê, wê Amerîka û civaka navdewletî gerentiya bicîkirina daxwazên Herêma Kurdistanê bikin.