HSD mezintirîn kêlgehên petrolê kontrol dike

HSDê dest danî ser mezintirîn kêlgeha petrolê li Sûriyê. Medyayên nêzîkî rêjîma Sûriyê ve jî kontrolkirina wê kêlgehê ji aliyê artêşa Sûriyê ve ragihandine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest danî ser mezintirîn kêlgeha petrolê li Sûriyê. Medyayên ser bi rêjîma Sûriyê ve jî kontrolkirina wê kêlgehê ji aliyê artêşa Sûriyê ve ragihandine.

HSDê li ser pêgeha xwe ya fermî belav kiriye, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk kêlgeha El-Omer li Dêrezorê ku mezintirîn kêlgehên Sûriyê ye, bi tevahî kontrol kiriye.”

Medyayên nêzîkî rêjîma Sûriyê belav kirin, artêşa Sûriyê operasyoneke daketina esmanî li li kêlgeha petrolê El-Omer li rojhilatê Dêrezorê encam daye û piştî şer û pevçûnên bi çekdarên DAIŞê re, karîne wê kêlgehê kontrol bike.

Herwiha li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, şeva borî çekdarên DAIŞê neçar kir artêşa Sûriyê ji aliyê rojhilat ê çemê Ferêt û li hember bajarokê Meyadînê vekişe û di piştre HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî karî dest dane ser kêlgeha El-Omer.

Kêlgeha petrolê El-Omer li rojhilatê Dêrezorê, mezintirîn kêlgehên Sûriyê ye, rojane 30 hezar bermîl petrol berhem tîne, kargeheke gazê û westgeheke hilberîna kehrebê li wê deverê heye.