Erdogan: Amerika ne welatek şaristanî -medenî ye

Erdogan got: “Birêz Trump, ji nirxandina me ya cuda liser şaristanî – medeniyetê de nimûneyek e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê rexneyên xwe hemberî Amerikayê bi awayek tund didomîne. Di civîna medeniyet – şaristaniya cîhanî ku ji alî Zanîngeha Ibn Haldun de hatî lidarxistin de, axaftinek kir. Vê care jî, ji derveyî dezgehên din ên dewletî yên Amerikayê, Serokê Amerikayê Donald Trump bi xwe rexne kir û ew wekî ne şaristanî – medenî binav kir.

Erdogan got: “Birêz Trump, ji nirxandina me ya cuda liser şaristanî – medeniyetê de nimûneyek e. Me tu caran derî liser kesî ne girtiye, lê li Amerika – derxistina musilmanan tê nirxandin. Trump liser vê yekê divê bifikire. Lê dibînim ku, fikrandinek, nirxandinek weha nî ne.

Biryar liser 13 parêzvanên min hatiye girtin. Li qusirê nemeyzînin, bibûrin ez jî welatek weha re nikarim bêjim – medenî û şaristanî. Tê me vexwîne, ligel min parêzvanên min hene. Ez Serokomarê welatekî me û terrorist li wir hewl didin li me bixin, gefan li me dixwun, lê gava parêzvanên min dixwazin min biparêzin, tu radibe wan binçav dike. Ev çi dadwerî ye? Ev çi medeniyet û şaristanî ye?

Trump ji musilmanan re dibêje – terrorist, gava em dibêjin, ev yek ne rast e. Nikare xwe biparêze! Ji bo teroristên cihû, ji bo terorîstên hiristiyan nabêje, lê dibêje terorîstên musilman!”

Ev demek e, bi taybetî piştî ragirtina vizeyê ji bo hevwelatiyên Tirkiyê ji alî Amerika ve, pêwendiyên her du aliyan di nav aloziyê de ne.