Buldan daxwaza dîtina Ocalan kir

Di demên dawî de li ser torên civakî tê belavkirin ku Ebdulah Ocalan canê xwe ji dest da ye. Gelê Kurd û HDP vê mijarê ji nêz ve dişopîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera HDP û endama Şanda Îmralî Perwîn Buldan dibêje, salekê zêdetir ji rewşa tendirustiya rêberê PKK Ebdulah Ocalan tu agahî nîne û nûçeyên torên civakî yên derbarî mirina wî de jî metirsîdar dibîni. Buldan li beşdarî civîna Şaxa Şirnexê ya HDP bû û ji hikûmetê xwest gavek zûtir şandek biçe girava Îmralî.

Parlamentera HDP û endama Şanda Îmralî Perwîn Buldan diyarkir:

"... Di demên dawî de li ser torên civakî tê belavkirin ku Ebdulah Ocalan canê xwe ji dest da ye. Gelê Kurd û HDP vê mijarê ji nêz ve û dişopîne. Diyar dibe, gotinên tên belavkirin metirsîdar in. Wek şanda HDP herî dawî em 5'ê Nîsana 2015 çûn gel Ocalan. Piştî me 11'ê Îlona 2016'ê birayê wî Mihemed Ocalan hevdîtin kiriye. Ji salekê zêdetir e ku bi tu awayê ji Ocalan agahî naye girtin.

Serdozgeriya Bursayê dibêje, rewşa Ocalan baş e, lê ev nebes e û daxwaza me ev e ku, gavek zûtir yan ji malbata wî, yan jî parêzeran û şanda îmralî divê biçin serdanê û encamê ji vê raya giştî re parve bike."